Çile 22, 2021 23:24 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 149 kes bi Coronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 967 pêketiyên nû yên vîrusa Coronayê hatin tomarkirin û herwiha 149 kesan jî bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Coronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 163 hezar û 342 pişkinînên taybet bi Coronayê hatine kirin ku encamên 5 hezar û 967 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ta îro 149 kes ji pêketiyên Coronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 6 hezar û 18 kes ji nexweşên Coronayê jî di nava 24 demjimêrên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 418 hezar û 472 kesan û 24 hezar û 789 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 296 hezar û 50 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 28 milyon û 195 hezar û 901 pişkinînên Coronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv