Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323258-navçeya_pilûrê_bi_berfê_xweşik_bû
Ji ber barîna berfa zêde ya li navçeya Pilûra Dersimê, dîmenên xweşik derketin holê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 16, 2021 14:08 Asia/Tehran
  • Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû

Ji ber barîna berfa zêde ya li navçeya Pilûra Dersimê, dîmenên xweşik derketin holê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Barîna berfa zêde ya li navçeya Pilûr a Dersimê dîmenên bêhempa û xeşik ketin ber objektîfa ajansa me.

Li seranserê rêya Pilûrê xanî û darên ku di bin berfê de man dîmên û wêneyên xweşik bi xwe re derxist holê. Barîna berfê ya li navçeyê kêfa xelkê navçeyê jî anî.

Ji ber mijê zêde Çiyayê Mûnzûrê nehat dîtin. Darên mazî û xaniyên gundan di bi berfê xemilîn. Li Avzêmên Mûnzûrê jî dîmenên ku mirov ji temaşekirina wan têr nabe xwe radixe ber çavan.