Colemêrg - Di kana madene de hezan: 2 karker birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323192-colemêrg_di_kana_madene_de_hezan_2_karker_birîndar_bûn
Li Colemêrgê, di kaneke madenê de hezan çêbû û 2 karker birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 14, 2021 09:56 Asia/Tehran
  • Colemêrg - Di kana madene de hezan: 2 karker birîndar bûn

Li Colemêrgê, di kaneke madenê de hezan çêbû û 2 karker birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li nêzî gundê  Uzumcu ya girêdayî navenda Colemêrgê, di kaneke madeyê ya taybet de hezan çêbû. Karkerê bi navê Behçet Kûrt û karkerekê din ê navê wî nehat zanîn dibin hezanê de man. Ekîbên sewqî cihê bûyerê hatin kirin, her du karker rizgar kirin û bi ambûlansê sewqî nexweşxaneyê kirin. Hat diyarkirin ku di cihên cuda yên laşên karkeran de şikestin hene û talûkeya jiyana xwe tuneye.

 Hat dest nîşan kirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.