Ji pêr heta duh; Li Tirkiyê 254 kes bi Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322745-ji_pêr_heta_duh_li_tirkiyê_254_kes_bi_koronayê_mirin
Li Tirkiyê Ji pêr heta duh 184 hezar û 415 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 15 hezar û 692 kes pozîtîf derketin, 254 kesan canê xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2020 09:00 Asia/Tehran
  • Ji pêr heta duh; Li Tirkiyê 254 kes bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê Ji pêr heta duh 184 hezar û 415 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 15 hezar û 692 kes pozîtîf derketin, 254 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora Beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê Ji pêr heta duh 30ê Kanûna 2020î 184 hezar û 415 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 15 hezar û 692 kes pozîtîf derketin, 254 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 184 hezar û 415 test hatin kirin, testa 15 hezar û 692 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 24 milyon û 326 hezar û 350î.

Ji pêr heta duh 254 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 20 hezar û 642yan.