Kiliçdaroglu: Tirkiye neçar e biryara dadgeha Ewropa li ser Demîrtaş bicîh bîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322590-kiliçdaroglu_tirkiye_neçar_e_biryara_dadgeha_ewropa_li_ser_demîrtaş_bicîh_bîne
Serokê giştî yê Partiya Komarî ya Gel ya Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, divê Tirkiye biryara dadgeha mafên mirov a Ewropa li ser azadkirina Selahedîn Demîrtaş bicîh bîne û Demîrtaş berde.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2020 19:13 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Tirkiye neçar e biryara dadgeha Ewropa li ser Demîrtaş bicîh bîne

Serokê giştî yê Partiya Komarî ya Gel ya Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, divê Tirkiye biryara dadgeha mafên mirov a Ewropa li ser azadkirina Selahedîn Demîrtaş bicîh bîne û Demîrtaş berde.

Roja 22 vê mehê dadgeha mafên mirov a Ewropayê ragihand, girtina Selahedîn Demîrtaş ji aliyê dewleta Tirkiyê ve siyasî ye ji ber wê jî divê were berdan.

Lê serkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û wezîrê navxwe yê wî welatî bi tundî ew biryar red kirin û ragihandin, ew biryarên wê dadgehê qebûl nakin û Demîrtaş jî bernadin.

Li ser vê mijarê, serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi tundî bertek nîşan da û ragihand, madem Tirkiyê peymana mafên mirov ya Ewropayê îmze kiriye, neçar e biryara dadgehê jî bicîh bîne û Demîrtaş azad bike.