Erdogan: Peywendiyên me li gel Îsraîlê di warê îstîxbaretê de berdewam in
Serokomarê Tirkiyê dibêje, “Peywendiyên me li gel Îsraîlê di warê îstîxbaretê de berdewam in û em dixwazin peywendiyên me baştir bibin.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro piştî nimêja Înê ya li mizgefta Ayasofya derbarê dawîn pêşhatên li Tirkiye û navçeyê, anîna vaksîna Koronayê û herwiha peywendiyên Tirkiyê yên li gel welatên herêmê, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan derbarê peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê de amaje bi wê kir ku peywendiyên wan ên bazirganî li gel Rûsyayê ber bi asta ku wan armanc kiribû ve diçin û hêviya xwe derbirî ku peywendiyên Tirkiyê yên li gel Rûsyayê “heta niha çawa bin her bi wî şêweyî berdewam bin.”
Di bersiva pirsekê derbarê peywendiyên Tirkiye û Îsraîlê, Erdogan dibêje, “Di warê îstîxbaretê de peywendiyên me li gel Îsraîlê qût nebûne û berdewam in. Lê li gel çend berpirsên bilind hinek pirsgirêkên me hene. Ne mumkun e em helwesta Îsraîlê ya derbarê axa Filistînê de pesend bikin. Ev xala ciyawaz a di navbera me û Îsraîlê de ye, eger na dilê me dixwaze peywendiyên me li gel wan bigihijin xaleke baştir.”
Li ser mijara anîna vaksînê bo Tirkiyê jî Erdogan got, “Min berî niha ragihandibû ku ez vaksînê bikar tînim. Di vî warî de dawakar im tevahiya hemwelatiyên me bi vî şêweyî hestyar bin. Di qonaxa yekem de Çîn û paşê jî Almanya hene. Li gel hatina vaksînan ji wan du welatan em dê dest bi proseya vaksînkirinê bikin.”
Erdogan bi caran ji bo razîragirtina misilman û piştgirên xwe dewa parastin û piştgiriya heq û mafê gelê mezlûm ê Filistînê dike.