Ji ber berfa giran rêyên 57 gundên Colemêrgê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322559-ji_ber_berfa_giran_rêyên_57_gundên_colemêrgê_hatin_girtin
Berfa ku bi rojane li Colemêrgê didê û bandoreke giran li herêmê kiriye, bû sedem ku rêya 57 gundan asê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2020 18:28 Asia/Tehran
  • Ji ber berfa giran rêyên 57 gundên Colemêrgê hatin girtin

Berfa ku bi rojane li Colemêrgê didê û bandoreke giran li herêmê kiriye, bû sedem ku rêya 57 gundan asê bibe.

Colemêrg û navçeyên wê du roj in di bin bandora giran a berfê de ye. Li qadên bilind ên Colemêrgê bi qasî 30 santîmetreyî berfê li erdê kiriye.

Rêyên 57 gundên din jî ji ber berfa giran asê bûne.

Tîmên Rêveberiya Taybet a Bajêr ji bo rêyên gundan vekin dixebitin.