Dîlok - Hejmara kesên di şewata nexweşanê de mirin derket 11’an
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322476-dîlok_hejmara_kesên_di_şewata_nexweşanê_de_mirin_derket_11’an
Hejmara kesên di şewata nexweşxaneyeke taybet a Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan derket 11’an.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2020 07:49 Asia/Tehran
  • Dîlok - Hejmara kesên di şewata nexweşanê de mirin derket 11’an

Hejmara kesên di şewata nexweşxaneyeke taybet a Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan derket 11’an.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Dîlokê, di unîteya lênêrîna awarte ya vîrûsa korona (Kovîd19) a Nexweşxaneya Sanî Kanûkoglû ya Teybet (SANKO) de, cîhazê danûstendina bêhnê teqiya û şewat derket. Hejmara kesên di şewatê de, jiyana xwe ji dest dan derket 11’an. 51 karmendên tenduristiyê  yên mudaxiliyî şewatê kirin, birîn dar bibûn. Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê û Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, piştî teqînê, dest bi lêpirsînê kirin. 

Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan wiha ne: “Mehmet Reşît Saydanoglu (75), Fethiye Kirca (78), Naciye Ulukutuk (56), Abdi Hamzaoglu (68), Elif Akgul (85), Okkaş Akbulut (69), Kahraman Taş (71) Ali Saffet Kanpolat (64), Osman Daşdemir (79), Medine Harman û Hamo Aslan (72).”