Li Tirkiyê - TGC'ê xelata ku dabû Hasan Ali Toptaş betal kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322363-li_tirkiyê_tgc'ê_xelata_ku_dabû_hasan_ali_toptaş_betal_kir
TGC'ê (Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê) di sala 2013'yan de Xelata Wêjeyê ya Sedat Sîmavî dabû nivîskar Hasan Ali Toptaş. TGC'ê ragihand ku ew xelat betal kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2020 09:53 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê - TGC'ê xelata ku dabû Hasan Ali Toptaş betal kir

TGC'ê (Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyê) di sala 2013'yan de Xelata Wêjeyê ya Sedat Sîmavî dabû nivîskar Hasan Ali Toptaş. TGC'ê ragihand ku ew xelat betal kirine.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Li ser Hasan Ali Toptaş hin jinan li ser tora civakî ragihandibû ku wî jin tacîz kirine. Li ser vê yekê TGC'ê li ser malpera xwe nivîsand û got ku wan navê Hasan Ali Toptaş ji nav lîsteya kesên di sala 2013'yan de xelat girtibû derxistiye û wisa got, "Me biryar da em xelata Toptaş betal bikin. Em carek din radigihînin ku TGC dijî her cure şîdet û tecawizê (destavêtin) ye."