Li Tirkiyê hejmara miriyên Koronayê gihîşt nêzîkî 12 hezar kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321564-li_tirkiyê_hejmara_miriyên_koronayê_gihîşt_nêzîkî_12_hezar_kesan
Li Tirkiye 123 kesên din bi nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 4500 kesên din jî pê ketin. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2020 08:37 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê hejmara miriyên Koronayê gihîşt nêzîkî 12 hezar kesan

Li Tirkiye 123 kesên din bi nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dan û zêdetirî 4500 kesên din jî pê ketin. 

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 4 hezar û 542 kes din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 430 hezar û 170 kesan.

Herwiha di 24 saetan de 2 hezar û 918 pêketî jî baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 364 hezar û 573 kesan.

Li gorî amarên han, ji duhî de 123 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 11 hezar û 943 kesan.