17 gumnabarên DAIŞê li Tirkiyê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321233-17_gumnabarên_daiŞê_li_tirkiyê_hatin_girtin
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li operasyonekê, 17 gumnabarên peywendiya bi koma terorîstî ya DAIŞê re li Stenbolê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 09, 2020 14:13 Asia/Tehran
  • 17 gumnabarên DAIŞê li Tirkiyê hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li operasyonekê, 17 gumnabarên peywendiya bi koma terorîstî ya DAIŞê re li Stenbolê girtin.

 Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Ev operasyon bona girtina endamên DAIŞê li bajarê Stenbolê cih hat.

Dewleta Tirkiyê li meha derbasbûyî operasyona xwe li dijî koma terorîstî ya DAIŞê li vî welatî zêde kiriye.

Enqere ku pêştir tawanbarê hevkariya bi endamên koma terorîstî ya DAIŞê re bû, li salên derbasbûyî ji ber xetera  hebûna endamên vê komê li nav axa Tirkiyê,  hewlên berfireh bona girtina pêşiya derbasbûna terorîstan ji Sûriyê û Iraqê nav vî welatî destpê kirine.