Heiko Maas serdana xwe ya Tirkiyê betal kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320532-heiko_maas_serdana_xwe_ya_tirkiyê_betal_kir
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, şandina Keştiya Oruç Reîs bo Rojhilatê Deryaya Spî ji aliyê Tirkiyê ve wek hincet nîşan da û serdana xwe ya Enqerê betal kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2020 10:34 Asia/Tehran
  • Heiko Maas serdana xwe ya Tirkiyê betal kir

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, şandina Keştiya Oruç Reîs bo Rojhilatê Deryaya Spî ji aliyê Tirkiyê ve wek hincet nîşan da û serdana xwe ya Enqerê betal kir.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ji medya Almanî re axifî û ragihand ku ji ber çalakiyên Tirkiyê li Rojhilatê Deryaya Spî serdana xwe ya Tirkiyê betal kiriye ku biryar bû vê hefteyê biçe Enqerê.

Maas got: “Tirkiyê dubare bi şandina Keştiya Oruç Reîs bo Rojhilatê Deryaya Spî zerareke cidî gihande wê atmosfera baweriyê ku me pêk anîbû. Lewra min serdana xwe ya bo Tirkiyê betal kir ku biryar bû vê hefteyê bikim.”

Almanyayê, ji bo aloziya navbera Tirkiye û Yewnanîstanê li Rojhilatê Deryaya Spî bidawî bibe navbeynkarî dikir. Maas piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dihat çaverêkirin ku serdana Atîna û Lefkoşeyê bike.