Tirkiye (17ê Cotmehê); 71 kesên din jî ji ber şewba KOVÎD-19'ê mirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320523-tirkiye_(17ê_cotmehê)_71_kesên_din_jî_ji_ber_şewba_kovÎd_19'ê_mirine
Li Tirkiyê ji ber şewba KOVÎD-19'ê 71 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bûye 9 hezar û 224.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2020 07:03 Asia/Tehran
  •  Tirkiye (17ê Cotmehê); 71 kesên din jî ji ber şewba KOVÎD-19'ê mirine

Li Tirkiyê ji ber şewba KOVÎD-19'ê 71 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên heya ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bûye 9 hezar û 224.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba KOVÎD-19'ê de parve kirin. 

Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 71 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 723 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyê heya niha 9 hezar û 224 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 345 hezar û 678.