Li Tunisê pêngava boykotkirina malê Tirkiyê
Çirî 17, 2020 19:31 Asia/Tehran
Li Tunisê jî çalakvan û hunermendan kampanya boykotkirina malê Tirkiyê ragihandin. Xwestin ku bi riya pêşîlêgirtina malê Tirkiyê aboriya Tunisê rizgar bikin.
Li dewletên Ereban, gel û rojnemevanan kampanya ku bi dirûşmeya “Bêhna xwînê ji kelûpelên Tirkiyê tê” hatiye ragihandin, berfireh dibe, piştî Erebistana Siûdî û Misrê niha li Tunisê jî pêngava boykotkirina malê Tirkî hate ragihandin.
Çalakvan û hunermendên Tunisî bi riya torên civakî û kanalên cuda banga qedexekirin û boykota malê Tirkiyê dikin. Li gorî wan malê Tirkiyê ziyanek mezin dide pîşesaziya navxweyî û aboriya nîştimanî.
Organîzetorên pêngavê diyar dikin ku divê bi riya avêtin û boykotkirina malê Tirkiyê, ji aliyê Tirkiyê ve kontrolkirina bazara Tunisê bi dawî were.
Serepeyv