Almanya tevgerên dewleta Tirkiyê li deryaya Spî şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320495-almanya_tevgerên_dewleta_tirkiyê_li_deryaya_spî_şermezar_kir
Seroka wezîran a Almanya Angela Merkel kiryarên dewleta Tirkiyê li rojhilata deryaya Spî şermezar kir û ew wekî şantaj bi nav kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2020 10:23 Asia/Tehran
  • Almanya tevgerên dewleta Tirkiyê li deryaya Spî şermezar kir

Seroka wezîran a Almanya Angela Merkel kiryarên dewleta Tirkiyê li rojhilata deryaya Spî şermezar kir û ew wekî şantaj bi nav kir.

Merkel di lûtkeya Yekitiya Ewropayê ya li Brukselê de ku duh hatibû lidarxistin, ji rojnamevanan re got: "Me li hev kir ku kiryarên  yekalî yên dewleta Tirkiyê pê radibe şantaj e. Di encamê de asta rageşiyê zêde dike şûna ku wan kêm bike, ev nêzîkatî şaş in û ne pêwîst in."

Serokê Meclisa Ewropayê  Charles Michel jî axivî û da zanîn ku ew şantajên ji hêla dewleta Tirkiyê ve pêk tên, şermezar dikin û lêgerîna Engerê li gazê li rojhilatê deryaya Spî rexne kir.