Li Tirkiyê 59 kesên din bi Koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320325-li_tirkiyê_59_kesên_din_bi_koronayê_mirin
Li Tirkiyê 59 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 1500 kesên din jî pê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 11, 2020 20:19 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 59 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê 59 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 1500 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Tirkiyê ragihand, di nav 24 saetên borî de hezar û 502 kes bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 335 hezar û 533 kesan.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 59 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara miriyan gihîştiye 8 hezar û 837 kesan.

Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de hezar û 411 nexweşên Koronayê jî baş bûne û hejmara yên ku baş bûne gihîştiye 294 hezar û 357 kesan.