Elî Babacan: Em siyaseta danîna qeyûman dewsa bijartiyên gel red dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320114-elî_babacan_em_siyaseta_danîna_qeyûman_dewsa_bijartiyên_gel_red_dikin
Serokê Partiya DEVA'yê ya Tirkiyê tevî rexneya ji wêdadayîna şaredarên Qersê, siyaseta danîna qeyûman dewsa bijartiyên gel red kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2020 12:11 Asia/Tehran
  • Elî Babacan: Em siyaseta danîna qeyûman dewsa bijartiyên gel red dikin

Serokê Partiya DEVA'yê ya Tirkiyê tevî rexneya ji wêdadayîna şaredarên Qersê, siyaseta danîna qeyûman dewsa bijartiyên gel red kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Elî Babacan, Serokê Partiya Dêmokrasî û Pêşketinê (DEVA) ya Tirkiyê wek berteka li hemberî wêdadayîna Ayhan Bîlgen, Şaredarên Qersê û danîna qeyûmekî AKPê dewsa wî got: "Danîna qeyûman dewsa bijartiyên gel derbek li demokrasiyê ye. Bîlgen ku beriya vêya ku ji ber vê dosyeyê hatibû girtin û zindanîkirin, bi biryara rasterast a Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyê û dayîna hikmê "Binpêkirina mafên kesane" ji zindanê hatibû azadkirin; lê niha careke din têkidlarî heman dosyeyê hatiye zindanîkirin. Bi vî karî xalên bingehîn ên maf hatine binpêkirin."