Bersiva Macron bo gotinên tund ên wezîrê berevaniya Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319674-bersiva_macron_bo_gotinên_tund_ên_wezîrê_berevaniya_tirkiyê
Emmanuel Macron serokkomarê Fransayê roja şemiyê li peyameke twîtterî li hember gotinên tund ên wezîrê berevaniya Tirkiyê bertek nîşan da û ji Enqerê xwest ku bila dûr ji sadefikriyê û serhişkiyê li bara nakokiyên li rojhilata Deryaya Spî bikeve gotûbêjê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2020 14:44 Asia/Tehran
  •  Bersiva Macron bo gotinên tund ên wezîrê berevaniya Tirkiyê

Emmanuel Macron serokkomarê Fransayê roja şemiyê li peyameke twîtterî li hember gotinên tund ên wezîrê berevaniya Tirkiyê bertek nîşan da û ji Enqerê xwest ku bila dûr ji sadefikriyê û serhişkiyê li bara nakokiyên li rojhilata Deryaya Spî bikeve gotûbêjê.

 Hilûsî Akar wezîrê berevaniya Tirkiyê roja îniyê bi zêdebûna nakokî û aloziyên navbera Enqerê û welatên derdora rojhilata Deryaya Spî li bara vekolana neft û gazê û her wiha sînorên deryayî yên vî welatî hişyarî da Ewrûpayê. 

 Akar li hevpeyvîna xwe ya bi Kanala 4 a televîzyona Brîtanyayê re di berteka li hember gotinên serokkomarê Fransayê de li bara rojhilata Deryaya Spî destnîşan kir: Macron bûye sedema zêdebûna nakokiyan li rojhilata Deryaya Spî û çareserkirina pirsgirlkan dijwartir kiriye. 

 Wezîrê berevaniya Tirkiyê ragehand ku  serokkomarê Fransayê hewl dide rola Napeleon Bonapart bilîze, lê ew ji bo vî karî têra xwe hêz û qawet tuneye.