Rexnekirina rakirina tabloyên bi zimanê kurdî li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319665-rexnekirina_rakirina_tabloyên_bi_zimanê_kurdî_li_tirkiyê
Alîkarê civata ziman û çanda kurdî li Tirkiyê rakirina tabloyên bi zimanê kurdî li parzêgeha kurdnişîn a Wanê rexne kir û ev kiryara weke beşek ji hewldana Enqerê bona jinavbirina zimanê gelê kurd ê Tirkiyê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2020 08:36 Asia/Tehran
  • Rexnekirina rakirina tabloyên bi zimanê kurdî li Tirkiyê

Alîkarê civata ziman û çanda kurdî li Tirkiyê rakirina tabloyên bi zimanê kurdî li parzêgeha kurdnişîn a Wanê rexne kir û ev kiryara weke beşek ji hewldana Enqerê bona jinavbirina zimanê gelê kurd ê Tirkiyê da zanîn.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, Bawer Bereşo, alîkarê civata ziman û çanda kurdî ya Tirkiyê bal kişand  ser kiryarên şaredariya navça kurdnişîna Çalduranê ya parêzêeha  Wanê li wêdevirina navên kurdî yên kolan û taxan û got: Ev kiryara tê vê wateyê ku hikûmeta Tirkiyê nikare  hebûna zimanê kurdî  tamul bike. 

 Bawer Bereşo got: Li her derê Tirkiyê dikarin xêncî tirkî, hin tabloyan bi zimanên farisî, erebî û inglîz bibînin û bi tenê li hember zimanê kurdî ev reftara heye. 

 Zimanê kurdî heta sala 2001`an li Tirkiyê tam qedexe bû lê li sala 2011`an hîndekariya zimanê kurdî ji hêla siyasetvanên kurd bi taybet partiya kurdî ya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) ku 20 nûnerên xwe li parlemana Tirkiyê hebûn hat hilêxistin.