Rojnama El-Ereb: Piştgiriya Waşîngtonê ji Atinayê bû sedema paşvekişyana Enqerê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319561-rojnama_el_ereb_piştgiriya_waşîngtonê_ji_atinayê_bû_sedema_paşvekişyana_enqerê
Rojnama El-Ere çapa Londonê nivîsiye: Piştevaniya Washingtonê ji Atînayê re nakokiya li ser rojhilatê Deryaya Spî rawestand û bû sedem ku Tirkiye keştiya xwe ya vekolandina Enerjiyê vegerîn berava xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 15, 2020 14:16 Asia/Tehran
  • Rojnama El-Ereb: Piştgiriya Waşîngtonê ji Atinayê bû sedema paşvekişyana Enqerê

Rojnama El-Ere çapa Londonê nivîsiye: Piştevaniya Washingtonê ji Atînayê re nakokiya li ser rojhilatê Deryaya Spî rawestand û bû sedem ku Tirkiye keştiya xwe ya vekolandina Enerjiyê vegerîn berava xwe.

Têkildarî rageşî û nakokiya welatên rojavayî û Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî rojnama El-Ereb çapa Londonê wiha nivîsî: "Piştî Enqerê gelek caran şerê leşkerî li hember Yewnanistanê nîşan da, Amerîka neçar ma ku destwerdanê bike, wê jî hişt dewleta Tirkiyê dest ji helwêst û siyasetên xwe yên gur li rojhilatê Deryaya Spî bikişîne û keştiya vekolînkirina gaza xwezayî ya bi navê  ‘Oruç Reîs’ ji Deryaya Spî derxîne û vegerîne keştîgeha Antalyayê û bikeve çareseriya aştiyane ya nakokiyê bi cîranê xwe re.