Yewnanistan îdiaya danûstandinên bi Tirkiyê re red dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i319256-yewnanistan_îdiaya_danûstandinên_bi_tirkiyê_re_red_dike
Hikûmeta Yewnanistanê diyar kir ku danûstandinên bi Tirkiyê re li holê nîne û heta niha birayek li ser danûstandinan nehatiye dayîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2020 12:32 Asia/Tehran
  • Yewnanistan îdiaya danûstandinên bi Tirkiyê re red dike

Hikûmeta Yewnanistanê diyar kir ku danûstandinên bi Tirkiyê re li holê nîne û heta niha birayek li ser danûstandinan nehatiye dayîn.

Duh Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATOyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kiribû; Yewnanistan û Tirkiye ji bo danûstandinên teknîkî li hev kirine, da ku rûbirûyî hev nebin.

Hulusi Akar, Wezîrê Bereyaniyê yê Tirkiyê jî ragihandibû; Tirkiye li benda civîna ligel Yewnanistanê ye ji bo gotûbêjkirina kêşeyên navbera her du welatan.

Hikûmeta Yewnanistanê van îdiayan red dike û eşkere dike ku ti biryarek ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Atîna û Enqerê de nîne.

Wezareta Derve ya Yewnanistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Zanyariyên ku behsa danûstandinên teknîkî yên navbera Atîna û Enqerê dikin, ji rastiyê dûr in.”

Herwiha hatiye destnîşankirin; yekane riya kêmbûna aloziyan, vekişîna hemû keştiyên Tirkiyê ye ji ava herêma Yerwnanistanê û destjêkişandina Tirkiyê ye di lêgerîna çavkaniyên sirûştî li nav ava herêma Yewnanistanê.