Tebax 11, 2020 14:29 Asia/Tehran
  • El-Ereb: Tirkiyê qewm û mezhebperestî ji xwe re kiriye pêlika derbasbûna nav Lubnanê

Dewleta Tirkiyê her derfetekê bi kar tîne da ku hegemonyaya xwe li welatên erebî fireh bike. Vê carê teqîna bendera Beyrûtê bi kar tîne, di hewldaneke nû de ji bo ku hegemonyaya xwe li Lubnanê bi rêya Tirkmen, Îxwan Muslimîn û sunniyan fireh bike.

Der barê vê mijarê de rojnama El-Ereb a Qeterê nivîsî: "Di demekê de ku desthilata Lubnanê hewl dide ku bandorên civakî û aborî yên teqîna li bendera Beyrûtê derbas bike, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku ew ê mafê hemwelatiyê bide Tirkmenên Lubnanê, ev yek armancên Tirkiyê yên veşartî dide nîşan, bobelatên mirovî jî ji bo Erdogan dibin sedemên gurkirina nakokiyên navxweyî ji bo ku armancên xwe pêk bîne, armanc jî vejandina xilafeta Osmanî ye an bi gotineke din serdestkirina Osmaniya nû ye."