Geştên asîmanî yên ji Rûsyayê bo Tirkiyê ku ji ber Kovîd-19ê rawestiyabûn cardin dest pê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318238-geştên_asîmanî_yên_ji_rûsyayê_bo_tirkiyê_ku_ji_ber_kovîd_19ê_rawestiyabûn_cardin_dest_pê_kirin
Geştên asîmanî yên ji Rûsyayê bo Tirkiyê ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) rawestiyabûn cardin dest pê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2020 15:39 Asia/Tehran
  •  Geştên asîmanî yên ji Rûsyayê bo Tirkiyê ku ji ber Kovîd-19ê rawestiyabûn cardin dest pê kirin

Geştên asîmanî yên ji Rûsyayê bo Tirkiyê ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) rawestiyabûn cardin dest pê kirin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Rêwiyên ku bi mebesta siwarbûna li balafirgeha Turkish AirLines (THY) ya saet 02:15an çûn Balafirgeha Vnukovo ya li Moskowa paytexta Rûsyayê, karûbarên xwe meşandin.

Hinek ji rêwiyên ku piraniya wan Ûris bûn, destnîşan kirin ku ew ê ji ser Stenbolê ji bo tetîlê derbasî Antalyayê bibin.

Geştên asîmanî yên Tirkiye û Rûsyayê ji ber şewba Kovîd-19ê meha adarê hatibûn rawestandin.