Di şewata daristana Liceyê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318173-di_şewata_daristana_liceyê_de_bi_hezaran_sewal_şewitîn_û_mirin
Li navçeya Liceyê Amedê piştî agir bi daristanê ket, ji ber mudaxile nayê kirin bi rojan e daristan dişewite. Derket holê ku di şewata daristanê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2020 19:46 Asia/Tehran
  •  Di şewata daristana Liceyê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin

Li navçeya Liceyê Amedê piştî agir bi daristanê ket, ji ber mudaxile nayê kirin bi rojan e daristan dişewite. Derket holê ku di şewata daristanê de bi hezaran sewal şewitîn û mirin.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), 3 roj berê li gundên Derxust, Sisê, Cinezûr, Cimar û Henyatê yên Navçeya Liceyê ya Amedê agir bi daristanê ket. Şewata daristanê ji ber rayedaran mudaxile nekir û destûr nedan welatî midaxiye hêj dişewite. Piştî welatiyan bi derfetên xwe hinek mudaxale kirin parek şewatê xistin kontrolê û destûr nedan ku agir bigêje gundan. Derket holê ku di şewatê de bi sedan dolim daristan şewitî. Dîsa ji ber şewata daristanê bi hezaran sewal şewitîn û mirin. Bi hezaran dar û berê herêmê tev bûn xwelî û li pey qada kesk, qadek arî ma. Gelek sewal jî herêm terk kirin. Dîsa sewalên hêk kiribûn û kurk ketibûn tenê hêkê wan ên birajtî li pey wan man.