Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318156-li_licê_şewatê_dîsa_dest_pê_kir
Şewata ku ji roja Sêşemiyê va li 5 gundên Licê derketibû, ji ber ku xebatên cemidandinê li wan nehatin kirin, careke din dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 30, 2020 06:37 Asia/Tehran
  •  Li Licê şewatê dîsa dest pê kir

Şewata ku ji roja Sêşemiyê va li 5 gundên Licê derketibû, ji ber ku xebatên cemidandinê li wan nehatin kirin, careke din dest pê kir.

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Li navçeya Licê ya Amedê, duh li gundê Derxust, Sisê, Cinezur, Cimar û Henyatê agir derketibû û duh serê sibehê hatibû kontrolkirin. Ji ber ku li her 5 gundan xebatên cemidandinê nehatibûn kirin, şewatê careke din dest pê kir. Hat diyarkirin ku li gundên Henyat û Sîsê ji ber bayê şewat li herêmeke berfireh belav bûye.