Li Diyarbekirê 187 sikeyên bronz ên heyama Romayê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318095-li_diyarbekirê_187_sikeyên_bronz_ên_heyama_romayê_hatin_desteserkirin
Li Diyarbekirê 187 sikeyên bronz ên heyama Romayê hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2020 03:59 Asia/Tehran
  •  Li Diyarbekirê 187 sikeyên bronz ên heyama Romayê hatin desteserkirin

Li Diyarbekirê 187 sikeyên bronz ên heyama Romayê hatin desteserkirin.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Erganiya navçeya Diyarbekirê 187 sikeyên bronz ên heyama Romayê hatin bidestxistin.

Walîtiyê daxuyand tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr agahî hildan ku li navçeya Erganiyê kesên ku dixwazin sikeyên dîrokî bifroşin hene.

Li ser vê îxbarê 6 gumanbarên dixwazin berhemên dîrokî bifroşin di îstgeheke sotemeniyê da hatin girtin.

Rayedaran 187 sikeyên bronz ên hatin bidestxistin teslîmî Midûriya Muzeyê ya Diyarbekirê kirin.