Agirê li Sêrtê bi daristanê ketiye belav dibe
Li Navçeya Hawêlê ya Sêrtê duh agir bi daristanê ket û ji duh ve daristan dişewite. Ji ber şewatê bi sedan hektar daristan tev şewitî. Ji ber rayedarên herêmê mudaxilî şewatê nakin, welatî bi derfetên xwe hewl didin agirê daristanê vemirînin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Gundê Akgeçît yê Navçeya Hawêlê ya Sêrtê duh agir bi qada daristanê ket. Agirê duh bi daristanêket hêj didome û belav dibe. Heta niha bi sedan hektar qada daristanê tev şewitî. Li gel ku daristan dişewite rayedarên şaredariya Sêrtê ku qeyûm tayînî wê kiriye û itfaiye naçin mudaxile nakin. Şewat belav dibe û taluke mezin dibe. Welatî ji bo agirê bi daristanê ketiye vemirînin, bi derfetên xwe mudaxileyî agir dikin. Mudaxileya welatiyan a ji bo vemirandina agir berdewam dike. Welatiyan anîn ziman ku ji bo agir vemirînin li rayedarên şaredarî, qaîmmeqamî ûWalityê geriyane, lê bi hinceta av tune ye nehatine alîkariyê. Weletiyan anîn ziman ku heta niha bi dehan hektar daristan şewitî û talûkeya ku agir heta gundan belav bibe heye.