Tirkiye- 17 kesên din ji ber Koronayê mirine  
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318060-tirkiye_17_kesên_din_ji_ber_koronayê_mirine
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kir 927 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 17 kes jî bi Koronayê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 26, 2020 19:08 Asia/Tehran
  • Tirkiye- 17 kesên din ji ber Koronayê mirine  

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarê 24 saetên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyaniyek belav kir û aşkere kir 927 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatine tomarkirin û 17 kes jî bi Koronayê mirine.

Êvara îro yekşemê 26.07.2020an Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên nexweşiya vîrusa Koronayê ji tora medya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê belav  kir. Li gorî zanyariyên Koca 40 hezar û 16 pişkinînên nû hatine kirin û 927 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 17 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha 1 hezar û 10 nexweş jî baş bûne.

Ligor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê heta niha 226 hezar û 100 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 209 hezar û 487 nexweş baş bûne. Herwiha 5 hezar û 613 nexweş jî bi Koronayê mirine.