"Dayikên Şemiyê" çalakiya 800’î wê bi rêya online li dar bixin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318013-dayikên_Şemiyê_çalakiya_800’î_wê_bi_rêya_online_li_dar_bixin
"Dayikên Şemiyê" dê çalakiya hefteya 800’î ji ber şewba koronayê li ser meyda civakî birêve bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 25, 2020 10:28 Asia/Tehran

"Dayikên Şemiyê" dê çalakiya hefteya 800’î ji ber şewba koronayê li ser meyda civakî birêve bibin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin xwe ji bo çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” ji hefteya 800’î re amade dikin. Îro çalakiya dayikan dikeve hefteya 800’î. 25 sal in dayik bênavber tevî hemû zext û êrişan jî li edaletê digerin.