Stenbol- Wê sibehê nimêja înê li Ayasofyayê were kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317964-stenbol_wê_sibehê_nimêja_înê_li_ayasofyayê_were_kirin
Li gor ajansa Reuters, biryare ku yekemîn nimêja înê li Ayasofiya bihê kirin piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yasayek îmza kirî ku Ayasofya car dî vegere mizgeft, piştî ku dadgeha bilind ya Tirkiyê mersûma kevin betal kirî ya ku sala 1934ê ew avahî weke muzexane biryar dabû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 23, 2020 19:31 Asia/Tehran
  • Stenbol- Wê sibehê nimêja înê li Ayasofyayê were kirin

Li gor ajansa Reuters, biryare ku yekemîn nimêja înê li Ayasofiya bihê kirin piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yasayek îmza kirî ku Ayasofya car dî vegere mizgeft, piştî ku dadgeha bilind ya Tirkiyê mersûma kevin betal kirî ya ku sala 1934ê ew avahî weke muzexane biryar dabû.

Ayasofya dêra katedrayî ya serdema Bîzentiyan bû ku 900 salan berî Fatihên Osmanlî Stenbolê bigirin.

Dîroka Ayasofya vedigere bo 1500 salan, wî avahî cihekî giring û layîq di dîroka împîratoriya Bîzentî û Osmanlî da heye, pêşî bo oldarên kristiyan giring bû û şûn da bo bawermendên misilman, jiber vê yekê her guherînek çê bibe dê bandor xwe li ser bawermendên herdu olan hebe.

Zêdebarî ku avahiyek giringe jibo misilman û kristîyanan herweha bûye mîratek navnetwî û di tomarên rêxistina UNESCO ya girêdayî Netwên Yekgritî da heye.