Hêzên Hefter li Lîbyayê balafireke bêmirov a dewleta Tirkiyê xiste xwarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317946-hêzên_hefter_li_lîbyayê_balafireke_bêmirov_a_dewleta_tirkiyê_xiste_xwarê
Odeya çapemeniya şer a hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirkiyê dema ku li rojavayê bajarê Sirtê digeriya, xistine xwarê. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 23, 2020 09:33 Asia/Tehran
  • Hêzên Hefter li Lîbyayê balafireke bêmirov a dewleta Tirkiyê xiste xwarê

Odeya çapemeniya şer a hêzên Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirkiyê dema ku li rojavayê bajarê Sirtê digeriya, xistine xwarê. 

Serbazekî hêzên parastina hewayî yên artêşa Lîbyayê wiha da zanîn: "Tirkiye roja pêncşemê di saetên sibê de balafireke bêmirov a biçek ji baregeheke li Misratayê ber bi Sirtê ve xiste tevgerê da ku baregehên artêşa Lîbyayê bike hedef. Hêzên parastina hewayî balafir kir hedef beriya ku bigihêje baregehên artêşê û balafir li nêzî berava rojavayê Sirtê hate xistin."

Tê zanîn ku eniya ji rojhilatî bajarê Sirtê heta başûrê El-Cefra ji ber çend rojan aramiyek di navbera hêzên artêşa Lîbyayê û hêzên El-Wîfaq de ku destekê ji Tirkiyê digirin, heye.