Tirkiye: Bi mûşekan êrişî leşkerên me kirin, 2 leşker kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317886-tirkiye_bi_mûşekan_êrişî_leşkerên_me_kirin_2_leşker_kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê li başûrê rojhilatê Tirkiyê 2 leşker hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2020 08:39 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Bi mûşekan êrişî leşkerên me kirin, 2 leşker kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê li başûrê rojhilatê Tirkiyê 2 leşker hatine kuştin.

Li gor malpera TRT, Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku îro li herêma navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên PKKê "ji dûr ve bi mûşekan êrişî binkeya leşkerî" ya Çokûrca kiriye.

Li gor daxuyaniyê di encama wê êrişê de 2 leşker birîndar bûne û ew ji bo dermankirinê birin nexweşxanê , lê tevî hemû midexaleyên pizişkî ew ji mirinê rizgar nebûn.

Sê rojên berî viya jî Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku 3 leşkerên tirk ji ber teqîna mayneke ser rê li parêzgeha Colemêrgê mirin.

Herwiha hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi helîkopter û firokeyên bêfirokevan bersîva êrişê dane.Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandibû ku li Çiyayê Cîlo li sînorê parêzgeha Colemêrg operasyonek li dijî PKKê bi navê Birûşk-2 Cîlo dane destpêkirin û Di operasyonê de, hêzên artêşê, tîmên taybet ên polîsan û cerdewan beşdar in.