Tîrmeh 14, 2020 09:24 Asia/Tehran
  • Li Şaredariya Giyadînê jî Qeyûm hat tayînkirin

Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî Şaredariya HDP'î ya Giyadîn a Agiriyê kir.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Piştî Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar hatibû binçavkirin, polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kiribû.. Bi dorpêçê re jî ketibûn hundirê avahiyê û tam 5 saetan lêgerîn kiribûn. Piştî lêgerînê polîsan deriyên odeyên şaredariyê hemûyan qefilandibû. Piştî lêgerîn bi dawî bû hat diyarkirin ku qeyûm tayinî Şaredariyê hatiye kirin. Hat hînbûn ku Qeymeqamê Navçeyê Hasan Dogan tayinî şaredariyê hatiye kirin.

 

 

Serepeyv