Tîrmeh 12, 2020 09:40 Asia/Tehran
  •   Şerq El-Ewset: Kêmbûna piştgigirya gel ji Erdogan îhtimala hilbijartina pêşwext xurt dike

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnama Şerq El-Ewsat ya çapa Londonê, wiha nivîsî: "Encamên anketeke nû ku li Tirkiyê hatiye çêkirin, senaryoya lidarxistina hilbijartinên pêşwext xurt kir.

 Têkildarî rewşa Tirkiyê ya vê demê rojnama Şerq El-Ewsat nivîsiye: "Encamên anketeke nû ku li Tirkiyê hatiye çêkirin, senaryoya lidarxistina hilbijartinên pêşwext xurt kir. Di wê anketê de diyar bû ku serokkomarê Tirkiyêl Recep Tayyîp Erdogan asta piştevaniya gel jê re kêm bûye. Bi taybet li gel krîza siyasî û aborî li welêt.

Her wiha anketa ku şîrketa Metropol a pêbawer di dema ji 10`ê Hezîranê heta 26`ê wê de çêkiriye, xuya kir ku di hilbijartinên bê de AKP`ê ya serdest e rêjeya ji sedî 30, CHP bi rêjeya ji sedî 24 dengan bi dest dixe."