"Qedexetî û tunehesibandin du rêbazên Tirkiyê derheqê Zimanê Kurdî ne"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i317617-qedexetî_û_tunehesibandin_du_rêbazên_tirkiyê_derheqê_zimanê_kurdî_ne
Siyasetmedar û Berdevkê "Tevgera Zimanê Kurdî" li Tirkiyê got: "Xetera asîmîlasiyon û heliyana çandî û zimanî ya Kurdan li Tirkiyê giran dibe û em wek Tevgera Zimanê Kurdî, dûr ji her cûre zêdegavî, gelê Kurd û Civaka Cîhanî dikin mixatebê xwe ku di vê mijarê da tevbigerin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 11, 2020 10:08 Asia/Tehran

Siyasetmedar û Berdevkê "Tevgera Zimanê Kurdî" li Tirkiyê got: "Xetera asîmîlasiyon û heliyana çandî û zimanî ya Kurdan li Tirkiyê giran dibe û em wek Tevgera Zimanê Kurdî, dûr ji her cûre zêdegavî, gelê Kurd û Civaka Cîhanî dikin mixatebê xwe ku di vê mijarê da tevbigerin.

Siyasetmedar û Berdevkê "Tevgera Zimanê Kurdî" li Tirkiyê got: "Xetera asîmîlasiyon û heliyana çandî û zimanî ya Kurdan li Tirkiyê giran dibe û em wek Tevgera Zimanê Kurdî, dûr ji her cûre zêdegavî, gelê Kurd û Civaka Cîhanî dikin mixatebê xwe ku di vê mijarê da tevbigerin.

Barêj Celalî, Siyasetmedar û Berdevkê "Tevgera Zimanê Kurdî" li Tirkiyê ji çalakên siyasî yên Kurd ên Tirkiyê û ji Celaliyên aliyê Makûyê ye ku koçberî aliyê Tirkiyê bûye.

Ajansa nûçeyan a Kurd Pressê hevpeyivînek bi wî ra li ser rewşa niha ya Zimanê Kurdî li Tirkiyê pêk aniye.

Wî di beşeke vê hevpeyivînê da gotiye: "Ti mafek jibo Zimanê Kurdî li Tirkiyê tune. Wek mînak heke kesek li Parlimana Tirkiyê bi Zimanê Kurdî biaxive, dema nivîsîna naveroka axaftinê dinivîsin 'Zimanê Nenas' û dewsa nivîsîna peyva Kurdî, tîpa (X) bi kar tînin û X sembola tiştê nediyar û nenas e.

Wî di beşeka din da gotiye: "Xetera asîmîlasiyon û heliyana çandî û zimanî ya Kurdan li Tirkiyê giran dibe û em wek Tevgera Zimanê Kurdî, dûr ji her cûre zêdegavî, gelê Kurd û Civaka Cîhanî dikin mixatebê xwe ku di vê mijarê da tevbigerin"