Cenazeyê paneberek din jî li Gola Wanê hat dîtin
Tîrmeh 07, 2020 10:30 Asia/Tehran
Keştiya li Gola Wanê noqî avê bû hêj nehatiye dîtin. Vê sibehê cenazeyê penaberek din jî hat dîtin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Di 27’ê hezîranê de li Gola Wanê keştiyek tê gotin 70-80 penaber lê hatibûn siwarkirin, noqî avê bû. Keştî hêj ntehatiye dîtin. Xebata dîtina penaberan û keştiyê didome. Vê sibehê cenazeyê paneberek din jî hat dîtin. Li gelek aliyên golê xebata lêgerînê tê birêvebirin. Heta niha cenazeyên 11 penaberan hatine dîtin.