Tîrmeh 06, 2020 16:10 Asia/Tehran
  • Cenazeyên 11 koçberên din ji Gola Wanê hatin derxistin

Karvedanên li ser binavbûna belema koçberan di Gola Wanê de berdewam in, biryara girtina 17 kesan hate derxistin û cenazeyên 11 koçberan jî heta niha ji golê hatine derxistin.

Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam e. Parêzgeriya Wanê di derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nû belav kir û ragihand ku heta niha 5 kes hatine zindanîkirin û 2 kes desteser bûne. 3 kes bi kontrola adlî, 4 kesên din jî piştî wergirtina îfadeyên wan hatine azadkirin. Derbarê 17 kesan de jî biryara girtinê heye.

Ji aliyekî din ve karûbarên lêgerîna li pey cenazeyên koçberan berdewam in û heta niha cenazeyên 11 koçberan ji Gola Wanê hatine derxistin û hemû jî biyanî ne.

Roja 27ê Hezîranê li Gola Wanê belemeke koçberan binav bûbû û Hikûmeta Tirkiyê ragihandibû ku di wê belemê de 60 koçber hebûne. Lê kesê ku ji belemê rizgar bûye dibêje, nêzîkî 100 kesî têde bûn.