Tîrmeh 06, 2020 09:16 Asia/Tehran
  • Li Tirkiye 19 kesên din bi Koronayê mirin

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê derbarê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koronayê daxuyaniyek belav kir û ragihand 19 kesên din bi vîrûsa Koronayê can dan û yek hezar û 148 kesên din jî bi Koronayê ketine.

Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê Fexredîn Koca amarên herî dawî yên vîrusa Koronayê li vî welatî belav kir. Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê ragihandiye 46 hezar û 414 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin, ku li gor wan pişkinînan, yek hezar û 148 kesên din bi Koronayê ketine û 19 kes jî mirine.

Herwiha ligor zanyariyên Koca belavkirine heta niha li Tirkiyê 205 hezar 758 kes bi Koronayê ketine 5 hezar û 225 kes jî bi Koronayê mirine. Herwiha 180 hezar û 680 kes jî ji nexweşiyê rizgar bûne.