Tîrmeh 05, 2020 16:05 Asia/Tehran
  •  Heta 5ê Hezîranê; Li Tirkiyê 179 hezar û 492 kes ji Kovîd-19ê baş bûn

Di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1154 kesan, 20 kes mirin, jimara tûşbûyiyan bi tevahî derket 204 hezar û 610î, jimara miriyan jî bû 5 hezar û 206

Ligorî rapora AA'yê, Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan 1154 kesan, 20 kes mirin, jimara tûşbûyiyan bi tevahî derket 204 hezar û 610î, jimara miriyan jî bû 5 hezar û 206.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 48 hezar û 248 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1154 kesan. Di 24 saetên dawîn da 20 kesan wefat kir, 1214 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 3 milyon û 584 hezar û 66an, jimara tûşbûyiyan derket 204 hezar û 610î, jimara miriyan jî derket 5 hezar û 206an.

Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 1093, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 378, jimara nexweşên başbûyî bi tevahî bû 179 hezar û 492.

- "Jimara nexweşên me yên başbûyî bi tevahî nêzî 180 hezarî bû"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê ya der barê daneyên dawîn da got ku "Jimara nexweşên me yên başbûyî bi tevahî nêzî 180 hezarî bû.

Jimara nexweşên li ber başbûnê ne dora 20 hezarî ye. Di jimara nexweşên me yên di unîteya lênêrîna awarte da ji rojên berê zêdebûneke dewam dike heye. Sêra kêmbûna tûşbûyiyan hêdî ye. Îro jimara başbûyiyan 60 ji waqieyên nû zêdetir e."