Tîrmeh 04, 2020 16:25 Asia/Tehran
  • Weşangerên kurd:

Însiyatîfa Weşangerên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî xwest nivîskarên kurd ku hatine girtin bên berdan.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd derbarê girtina nivîskar û weşangerên kurd Azad, Zal, Nesrîn Navdar û Adil Qazî ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatin girtin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Însiyatifê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kirin û polîtîkayên serdest û zordestan nîşan didin ku helwesta tunekirina ziman û çanda kurdî her ku diçe kûrtir dibe û wiha hat gotin: "Bi van polîtîkayan tê xwestin ku sazî û dezgehên kurdan bên krîmînalîzekirin. Gelek nivîskar û weşanger bi van kirin û polîtîkayan rastî tawanbariyeke giran tên. Em baş dizanin ku astengkirina xebatên zimanî û çandî ya ji aliyê serdestan ve her dem hebû û niha jî heman hişmendî li ser kar e."

Li gor daxuyaniya însiyatîfê di salên dawî de ev kes rastî ceza û zordariyan hatine: Feratê Dengizî 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Bahadîn Robar 8 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Mîrza Ronî 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Adil Başaran 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Azad Zal (Mehmet Gungormuş) hat girtin. Nesrîn Navdar (Nesrîn Şanli) hat girtin. Adil Qazî (Adil Ercan) hat girtin. Birahîm Xelîl Taş, Mehmet Devîren, Subhî Îzol hat binçavkirin û tê darizandin. Her wiha rojnameger Ayşe Kara jî hat binçavkirin û tê darizandin.

Înîsiyatîfê destnîşan kir ku weşanxaneyên kurd niha nikarin karên xwe bi asayî bidomînin û got: “Ev yek di tawanbarkirina Weşanxaneya J&J û girtina hevalê me Azad Zal (Mehmet Gungormuş) de hat dîtin. Em dibêjin ku rayedar demildest ji van kirin û polîtîkayên zext û zordariyê vegerin. Banga me ew e ku hevalên me serbest bên berdan û astengiyên li ber ziman û çanda kurdî werin sekinandin."

Weşanên ku di nava Însîyatîfa Weşangerên Kurd de cih digirin ev in: Weşanên Ar, Aram, Aryen, Azad, Dara, Ekîn, J&J, Kurdistan, M, Morî, Na, Ronak, Rosana, Sîtav, Sor, Tevn û Wardozê.**

Hêjayî gotinê ye ku "Çend roj berê 45 kes ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibûn binçavkirin. Ji wan 15 kes hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de weşanger Azad Zal jî heye.

Di nav 45 kesên hatibûn binçavkirin de endamên Dayikên Aştiyê, nivîskar, weşanger, siyasetmedar hebûn. Piştî 4 rojên binçavkirinê roja 30ê Hezîranê ew derxistin pêşberî dadger. Dadger ev 14 kes bi gotina "Endamtiya rêxistinê" tewqîf kirin: Dayika Aştiyê Makbule Ozbek, weşanger Mehmet Gungormuş (Azad Zal), Fesih Balbey, Mehmet Cahit Ay, Emrullah Zumrut, Adil Ercan, Mustafa Alimterin, Tevfik Kaçar, Yildiz Damla, Enver Çelik, Erdal Bayram, Fedai Akar, Jiyan Taş, Leyla Bagirtir û Mehmet Cahit Şik Di dema serdegirtina mal û saziyan de bi ser Weşanxaneya J&J de jî girtibûn û polîsan dest danîbû ser hin pirtûkên J&J'yê jî. Piştî lêgerînê weşanger û niviskar Azad Zal jî hatibû binçavkirin.

Azad Zal kî ye?

Weşanên J&J yek ji weşanxaneya naskirî ya kurdan e. Heta niha bi sedan pirtûk weşandine ku tenê di sala 2019'an de 66 pirtûk gihandibûn ber destên xwendevanan. Azad Zal bi navê xwe yê di nasnameyê de Mehmet Gungormuş xwedî û edîtorê weşanxaneyê ye Zal, ligel weşangerî ew bi xwe jî dinivîse û heta niha çend pirtûkên wî derketine.

Zal di sala 1972'yan de li Sûra Amedê hatiye dinê. Di nav Komeleya Nivîskarên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê de cih girtiye. Herî dawî di nav Tora Ziman û Çanda Kurdî de jî cih girtibû. Bi navê "Teşî", "Rêwî", "Zimanê Kurdî" û "Sûzê û Hirç" çar pirtûkên wî heta niha derketine. Zal di heman demê de edîtoriya kovara Psychology Kurdî jî dikir.