Tîrmeh 04, 2020 13:42 Asia/Tehran
  •  Sakarya; Di karistana fîşekên hewayî de hîn jî 3 kes winda ne

3 kesên di bin kavilên karistana fîşekên hewayî ya li Hendek a Sakaryayê de mane, hêj nehatine dîtin. Di teqîna fabrîqeyê ya duh de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 97 kes jî birîndar bûbûn.

 Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Duh li Navçeya Hendekê ya Sakaryayê di karistana fîşekên hewayî ya bi navê 'Coşkun' de teqîn pêk hat. Di teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 97 kes jî birîndar bûn. Pişti teqînê lêgerîna kesên di bin kavilê karistanê de mane didome.

Yekîneyên AFAD'ê ku çûn herêmê bi kuçikan li bin kavilan digerin. Hat diyar kirin ku hêj 3 kes di bin kavilên karistanê de mane û lêgerîna 3 kesan didome. Ji 4 kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû nasnameya 2 kesan diyar bû. Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Hava Çelik û Selahattin Tepeçinar."