Tîrmeh 03, 2020 23:39 Asia/Tehran
  • Wezîrê parastinê yê Tirkiyê çû Lîbyayê

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirkiyê Hulusî Akar qet behsa serdana paytexta Lîbyayê Terablusê nekiribû, lê hate zanîn ku gihaştiye Terablusê.

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê û yên erebî ragihand ku wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar gihêşt paytexta Lîbyayê Terablusê. Beriya niha qet behsa serdanê nehatibû kirin.

Sedema serdana heta niha nehatiye eşkerekirin.

Dewleta Tirkiyê piştgiriya Dewleta Wifaqa Nîştimanî ya bi serokatiya Fayiz Serac dike û heya niha ji bo alîkariya wî gelek leşkerên xwe û çek û sîlah û gelek hêzên tundrew ên çekdar ku li şerê Tirkiyê dijî Sûriyê alîkariya Enqerê dikirin şandine Lîbyayê.