Tîrmeh 01, 2020 11:38 Asia/Tehran
  • 1ê Tîrmehê; Li Tirkiyê hejmara rehetbûyên ji KOVÎD-19'ê gihişt 173 hezar û 111an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 302 kesan, hejmara rehetbûyên ji KOVÎD-19'ê gihişt 173 hezar û 111an.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, "Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 1293 pêketiyên cureya nû ya Vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 16 kesan canê xwe ji dest dan."

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.

Li gorî wê îro 50 hezar û 492 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 3 milyon û 381 hezar û 650î.

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 1293 pêketiyên KOVÎD-19'ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 199 hezar û 906an. 16 kesên din ji ber KOVÎD-19'ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 131ên.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 302 kesan, hejmara rehetbûyên ji KOVÎD-19'ê gihişt 173 hezar û 111an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 1026 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 368 e.

- "Hejmara pêketinên îro ji ya duh 81 kêmtir e"

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê daneyên dawîn got, "Li gorî duh hejmara girêdayiyên ventîlatorê 7 kêm bû, di beşa nexweşiya giran de 8 zêde bûn. Hejmara testên me yên rojane nêzîka hev e. Hejmara pêketinên îro ji ya duh 81 kêmtir e, nêzîkî hejmara rehetbûyan e. Di kêmkirina pêketiyan de em xurt û bi tedbîr nîn in."