Hezîran 30, 2020 22:17 Asia/Tehran
  • Rûsya: Tirkiye nikare bêyî me çekên me bifroşe welatekî din

Rûsya îro roja sêşemê 30.06.2020an ragihand ku Tirkiye nikare bê destûra wê sîstemên berevanî yên Rûsî bifroşe welatekî din.

Ajansa Reutersê ji zarê Maria Vorobyova, berdevika hevkariya leşkerî û teknîkî ya federalî ragihand ku Tirkiye nikane bê îzina wan çekên Rûsiyayê bifroşe dewletekê din.

Rêvebiriya Amerîkî gotibû ku ger Tirkiye sîstema Rûsî ya S-400 bi cîh bike û bixebitîne, ewê rûbirûyê toleyên Amerîkî be. 

Senatorê Amerîkî John Thune bo bi dawîbûna qeyrana di navbera Amerîka û Tirkiyê de pêşniyaz kiribû ku bila Amerîka sîstema S- 400an ji Tirkiyê bistîne.

Herwiha herî dawî Rêvebiriya Amerîka dibêje ku sîstema Rûsya ne li gor sîstema NATO ye û bicîhkirina S-400 wê bo firokên F-35 yên Amerîkî xeterî çêkin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê S-400’an di meha Nîsanê de bixebitînin, lê jiber kêşeyên vîrusa korona ew yek pêk nehatibû.