Hezîran 30, 2020 09:24 Asia/Tehran
  • Macron careke din kiryarên Tirkiyê yên li Lîbyayê rexne kir

Serokê Fransa Emmanuel Macron duh duşemê 29.06.2020an Tirkiye, jiber kiryarên wê yên li Lîbyayê wek berpirsa tawankariyê bi nav kir.

Di kongreyeke rojnemevanî de li Berlînê Macron got: “Bi nêrîna min jibo welatekî ku îdia dike ew endama NATO ye, berpirsîyeke dîrokî û tawankarî ye.“

Herwiha Macron aşkere kir Enqerê di mehên dawî de hebûna xwe ya leşkerî li Lîbyayê zêde kiriye û gotiye: “Tevî ku hêzên bîyanî di destpêka vê salê de hevbîr bûn ku xwe nema tev li karên navxweyî yên Lîbyayê bikin û rêzê li ambargoya çekan ya NY bigirin, Enqerê di mehên dawî de hêza leşkerî li Lîbyayê zêde kir û gelek komên tundrew ji Sûrîyê anîn wî welatî.”

Hêjayî balkişandinê ye Macron hefteya borî jî bi heman awayî Tirkîye rexne kiribû, lê Enqerê jî reaksîyoneke tund ji wî re nîşan dabû. Ji ber destêwerdana Tirkiyê li Lîbyayê Fransa û gelek welatên din ê erebî dijî Tirkiyê ne.