Li Tirkiyê 22 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin
Hezîran 03, 2020 00:12 Asia/Tehran
Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê di 24 saetên dawî de 22 kesên din ji ber şewba Koronayê mirin. Bi vê hejmara miriyan bû 4 hezar û 586.
Li gorî daneyên derbarê Koronavîrusê (Covid-19) ku Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, parve kiriye, di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 786 kesên din jî bi şewbê ketine û 22 kesên din jî mirin.
Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 165 hezar û 555 û hejmara miriyan bû 4 hezar û 585.