Hezîran 01, 2020 09:34 Asia/Tehran
  •  37 kesên din li Êlihê bi şewba KOVÎD-19'ê ketin

Li Êlihê di rojên dawî de hejmara kesên bi şewba vîrûsa KOVÎD-19'ê dikevin zêde dibe. Odeya Tebîban a Êlihê diyar kir ku di rojekê de 37 kes bi şewbê ketin û xwest tedbîran ji dest bernedin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê, Şaxa SES'ê ya Êlihê û Odeya Tebîban a Êlihê (Batman) têkildarî şewba ku li Êlihê zêde dibe daxuyanî da. Şaxa SES'ê û Odeya Tebîban di daxuyaniyê de diyar kir ku heta 27'ê Gulanê hejmara kesên li Êlihê bi şewba vîrûsa KOVÎD-19'ê ketibûn 625 kes bû û 7 kesan jî bi şewbê jiyana xwe dest dabûn.

Sendîka û Odeyê anî ziman ku di nava kesên bi şewba KOVÎD-19'ê ketibûn de 20 xizmetkarên tenduristiyê hebûn. Sendîka û Odê da zanîn ku heta niha 6 hezar û 200 test hatine kirin û wiha got: "Ji ber ku Wezareta Tenduristiyê agahiyên epidemiyolojîk ên der barê şewbê de parve nake, rastî nayê dîtin. Wezaret tenê encamê testa PCR parve dike.

Lê divê encamên testên klinik, radyolojîk jî parve bike. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji bo encamên test û daneyên radyolojik, klînîkan jî parve bikin bang li welatên cîhanê kiribû. Lê Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê van daneyan parve nake. 

Li bajêr di nava rojekê de 37 kesên din bi vîrûsa Corona (KOVÎD-19) ketine.

Ev şewb tenduristiya gel dixe ber gefê û ev gef didome. Ji ber vê yekê divê welatî sersar nebin û tevdîran ji dest bernedin.