Kanûn 13, 2019 18:40 Asia/Tehran
  • Pincar û mêweyên Tirkiyê nesaxlemin, Rûsyayê 18 ton henar ser Tirkiyê vegerand

Tirkiye pincar û mêweyên xwe bi awayekî berdewam ji welatên ewropî û asyayî û Rûsyayê re dişîne, lê belê gelek ji van welatan wan ji ber ku saxlem û li gor standardên tendirustiyê nîn ser Tirkiyê dizivirînin.

Duh pêncşemê hikûmeta Rûsyayê 18 ton henarên Tirkiyê ji ber nesaxilembûnê û dûrbûna wan ji pîvanên tendirustiyê ser Tirkiyê vegerandin û nehêşt ku ev mêwana li bazara Rûsyayê belav bibe.

Ajansa Cotkarî û kişt û kalê ya Rûsyayê jî ser vê yekê ragihand ku mêşa mêwan di nav van 18 ton henaran de bû. Paşê tîma çavdêrî û tendirustiyê jî piştrast kir ku mêşa mêwan di nav van henaran de bûye, loma 18 ton henar ser ew kompaniya Tirkiyê ku henarên hanê şandine Rûsyayê vegerandin.

Çend rojan berî viya jî Rûsyayê 250 Narengî yên Tirkiyê ku mêşa mêweyan tê de bûn vegerandin Tirkiyê û nehêştin ew li bazara Rûsyayê werin firotin.

Welatên pêşketî yên ku mêwe û pincarên Tirkiyê dikirin jî dibêjin pincar û mêweyên ku Tirkiye dişîne welatên hanê bi awayekî giştî saxlem nînin. Tevî vegerandina mêweyên hanê ser Tirkiyê ajansên nûçeyan dibêjin heya niha diyar nebûye ku çarenivîsa ew mêwe û pincarên ku ser Tirkiyê hatine vegerandin çi bûye û Tirkiyê çi li wan kiriye? Welatên teze serbixwebûyî yên Soviyeta berê li Asyaya Navendî bazaerekî girîng a mûw û pincarên Tirkiyê ye û muhtemel e mûw û pincarên hanê şandibin wan welatan.