Erdogan: Rêketinama Enqere-Trablosê dê cih were
Serokomarê Tirkîyê wek berteka himberî nerazîbûna hin welatan têkildarî rêkevtinama hevkarîya deryayî-ewlehî û niftî ya Trablos û Enqerê got: Tirkîye dê rêketinama Enqere-Trablosê cih bîne.
Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê amajeyî zimhêrên ênêrjîyê li rojhilata deryaya Medîteranê û neyarîya Misr û Yûnanê himberî bicihbûna gemîyên Tirkîyê li wê deverê kir û got: Hîç dewletek nikare bi zimanê zor ûtirsandinê gefabn li Enqerê bixwe.
Serokomarê Tirkîyê bi gotina vê yekê ku rêkevtinama ku vê dawîyê di navbera Enqere û Trablosê de hatîye wajokirinê bi zûtirkê yê li Parlimana Tirkîyê were pejirandinê, dîyar kir: 2 gemîyên Tirkîyê ku jibo peydakirina çavkanîyên nift û gazê li rojhilata deryaya Medîteranê bicih bûne, dê karê xwe bidomînin.
Serokê Dewleta Tifaqa Netewî ya Lîbîyê Çarşema hefteya buhurî seredana Tirkîyê kir û bi rayedarên pillebilind ên Enqerê re rêkevtinameyeke hevkarîyên niftî-ewlehî û serwerîya li deverên deryayî wajo kir.
Serokwezîrê Yûnanê bertek nîşanî vê yekê daye û ragihandîye ku ew rêkevtinama zîyanê digihîne berjewendî û mafên Yûnanê yên li deryaya Medîteranê û sînorên deryayî yên wî welatî berçav nagire.