Mijdar 10, 2019 17:47 Asia/Tehran
  • Foreign Policy`yê plana Erdogîn a jibo Rojhilata Navînê aşkira kir

Di raporeke Foreign Policy`yê de hatîye ku ``yek ji hegerên şermezarkirina êrişên Tirkîyê ser bakura rojhilata Sûrîyê ji hêla welatên cîhanê ve, ew plana serokmarê Tirkiyê ye ku dixwaze ligorî wê milyonek heta 2 milyon penaberên sûrî ku nika li Tirkîyê dijîn, bi zorê li navçeyên sûrî yên ser sînorê Tirkîyê bi cih bike û demogirafîya herêmê biguhere. ``

Di rapora Foreign Policy`yê de hatîye pêgirîkirinê ku ``ewnê serokmarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan didin ber rexneyan, dibêjin ku Erdogan wek dijminê sereke yê kurdan muhendisîya dêmogirafîyê weke sîyasetekê jibo guhertina neqşeya resen bikar tîne, ew vî karî bi riya koçberkirina bi darê zorê û ramalînas nijadî hemberî niştecihên Kurd ên herêmê bi heceta şerê dijî PKK ku Enqere wê partîyeke têrorîst bi nav dike, bi pêş ve dibe. Bilî vê yekê Erdogan gefan dixwe ku wê rê li ber penaberan veke ku bera xwe bidin Ewrûpayê.``

Foreign Policy di rapora xwe da pêgirîyê dike``hewildanên nika yên Erdogan dewama dîrokeke dûr û dirêj di warê koçberkirina bi zorê ya wan niştecihan e ku dema xwe da emperatorîya osmanî jî hema ew sîyaseta himberî wan meşand.

Foreign Policy mînakekê di vî warî da tîne ku`` di serdema emperatorîya osmanîyan de niştecihên Anaduloyê di sedsala 15`ê de bo Balkan hatin veguhestin jibo misogerkirin û serdestkirina desthilata osmanîyan.

Berpirsê Komîteya Peywendîyên Derve ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl jî berî vîya derbarê êrişên zorbêjane yên Tirkîyê da gotibû: Armanca Tirkîyê tenê dagirkirina axa Sûrîyê û jinavbirina Kurdên vî welatî ye.